Lêgerên Şopandina Bazaran Li Kantona Qamişlo

Qamişlo- Komîteyên temwînê li ser firoşgehên bazirganiyê geriya ji bo şopandina wan û diyarkirina bihayan, ji bo ku bihayê heybera ji weltiyan re diyar bin û bi taybet bihayê heyberên xwarinê yê ku rojane tên bikaranîn.

Qamişlo- şaxa temwînê li Qamişlo di demjimêr 12’ê êvarî de li bazara El Hal geriya û bihaya heyberan diyar kir, piştre berê xwe dan nagehek siyahî ji bo tekez kirina kêşeya nan ji ber ku welatiyan gazin ji ber cudahiya kêşeya di navbera kîsê nan dikirin.

Di danê sibehê de rêvberiya şaxê endamên xwe kirin girûp û li ser tax, bazar û  seza firoşgehên bajarê Qamişlo belavkirin di derbarê lêgerên wan de 7 seza hatin nivîsandin ji ber van sedeman:

  • Firotina heyberên ku dîrokên wan bidawî bûne: Şampo- Ava gula- Kirêma parastina ji tîrêjên rojê- Macûna dirana.
  • Firotina heyberên alîkariya: Nîskê sor.
  • Ne diyarkirina bihaya heybera.

Hemû heyber li gor zagonên temwînê hatin desteser kirin, her wiha 12 perçe sabûna ku dîroka wê bidawî bibû hat desteser kirin.

Çel Axa- Rêvberiya şaxa temwînê endamên xwe kirin du girûp ji bo ku bikarîbin li tevahî bazar û gundên derdorê bigerin, di derbarê lêgerên wan de 6 seza hatin nivîsandin ji ber van sedeman:

  • Firotina heybera bi bihayên zêde: Ferûc.
  • Firotina heyberê ku dîrokên wan bidawî bûne: Mi’esel- Birinc.
  • Ne diyarkirina bihaya heyberan: heyberên xwarinê.

( Esma Edela/R )

Navenda Ragihandina Aborî

2020-11-09

Comments are closed.