Di dema dawî de tevliheviyek mezin di zêdebûna nirxê heyberên xwarinê de li herêma Cizîrê çêbû, ji ber zêdebûna nirxê dolar ê ku herêm kontrol dike û bû sedema çêbûna aloziyek aborî.
Aloziya hêke yek ji serenavê vê alozaiya aborî bû ya ku bûye derd ji bo welatiyan û bazirganan, bihaya sêniyek hêk bûye 6000 L.S ev tişt hişt ku gelek welatî êdî nema hêka bikirin a ku xwarinek sereke bû ji wan re, ji ber van sedeman welatî bang li aliyên berpirsyar dikin ku vê mijarê berçav bigrin û çareseriyekê ji vê aloziyê re peyda bikin.
Welatiyê bi navê ( Elî Selman ) dibêje ku ew êdî nema dikare hêka ji zarokên xwe re bikere piştî zêdebûna nirxê wan, ji ber ku derameta wî ya mehane sînorekî wî heye, ji ber vê yekê ew bang li aliyên berpirsyar dike ku bazirgana seza bikin û malgirtinê qedexe bike û heyberan bi bihayên li gor derameta welatiyan peyda biin.
Xwediyê kedîgehê bailndeyên kedÎ dibêjin sedema bihabûna hêka yekemîn ji ber kêmbûna wan û ya duyemîn ji ber nexweşiya korona ye, ev sedema han hişt ku hijmara kedîkaran û hilberînera kêm bibe ji ber ku piraniya xwediyê tûgaya mirîşkan kedîgehên xwe girtin, her wiha mirîşka difroşin beriya ku bighêjin asta kirina hêka ji ber lêçûya hilberandinê ya zêde ji êm, derman û karkeran.
Beriya vê bihabûna hêka û nirxê dolar bazirgana hêk bi hijmarê mezin difrotin, ev yek rolek girîng di vê bihabûnê de dilîze ji ber ku nirxê dolar ne aram û bihaya hemû heyberên xwarinê girêdayîn nirxê dolar in. Girtina dergehên sînor jî ji nexweşiya korona yek ji sedemên vê bihabûnê ye, niha çalakiyên kirîn û firotina hêka ji aliyê welatiyan ve pir kêm bûye.
Di derbarê vê aloziya hêkan de hevserokê rêvberiya temwînê wiha got: Hêk ji kedîgehên Minbicê tên, rêkxistin bi komîteyên taybet ji aliyê temwînê û odeya bazirganiyê çêdibe û bihaya hêka di nav bazirgana de tê diyar kirin, bihaya wan li ser sê qonaxa tê diyar kirin:
1500 heta 1600g, 1650 heta 1750g, 1800 heta 2000g,
Li gor mezinbûna hêka û hêk ji Minbic û Babê vediguhezin deverên din tevlî zêdekirina lêçûyên veguheztinê û barkirin û daxistinê. Di dawî de bihaya hêka li gorî xwendina nivîsgeha diyarkirina bihaya ya girêdayî rêvberiya giştî ya temwînêû odeya bazirganiyê tê diyar kirin, her wiha qeraxa qezencê li bihaya hêka zêde dikin ji bo bazirgana û firoşgehan.
( Esma Ebdela/R )
Navenda Ragihandina Aborî
2020-11-09
Comments are closed.