Perwerdeyek Nû Li Akademiya Aborî Ya Civakî

Dêrik- Akademiya aborî ya civakî li navçeya Dêrikê perwerdeyek nû bi navê Şehîd Zana Badiyan Despê kir.

Ji bo naskirina nexweşiyên herî girîng û kêzikên ku di nav berhemên çandiniyê de derdikevin, rêbazên parstina berheman li dijî van nexweşiyan akademiya aborî ya civakî perwerdeyek nû despê kir. Perwerde ji 26 endeziyarên çandiniyê ji hemû komîteyên çandiniyê ( Nîşadan- Berhemên Çandiniyê- Komîteyên Parastina Çandiniyê ) pêk tê, wê perwerde 6 rojan dewam bike.

Di derbarê perwerdê de wê waneyên piratîkî werin dayîn li ser ( Bikar anîna ewelehî ya derman, şînatiyên xwedî zirar, kêzikên genim û ceh, nîmatoda û rêbazên parastinê li dijî wan, nexweşiyên zingarê, dermanên ku li herêmê tên bi kar anîn, nexweşî û kêzikên pembo, nexweşiyên nîsk û noka ).

( Sozda Ebdela/R )

Navenda Ragihandina Aborî

2022-03-02

Comments are closed.