Bi Tibaba 235 Heza Litr Rêveberiya Pêşesazî Despê Pêkanîna Pilana Piştgirtina Saziyên Pêşesazî Kir

Rêveberiya pêşesazî li bajarê Tepqa despê pêkanîna pilana piştgirtina saziyên pêşesazî kir, bi tibaba 235 hezar litr mazot her meh.

Piştî amadekirina pilanan ji aliyê rêveberiya pêşesazî û bi armanca zêdekirina hilberandinê li Tepq, têkilî bi rêveberiya sotemeniya re hatin çêkirin ji bo zêdekirina tibaba mazot ji bo saziyên pêşesazî, ji ber ku saziyên pêşesazî astegî didîtin di aliyê tibabên mazotê ya ku têra wan ne dikir.

Hijmara destûrên pêşesazî yê ku rêveberiya pêşesazî çêkirine 260 destûr in, ji bo saziyên pêşesazî yên xwarinê, heyberên avakirin û heyberên çemento.

( Menal Xelîl/R )

Navenda Ragihandina Aborî

2022-02-26

Comments are closed.