Qamişlo- Navenda yekîtiya koperatîfan hevbeş bi encûmena aborî ya navçeya Girkê Legê civîn bi rêvberiyê komîna re li navçeyê lidarxistin, ji bo ku di derbarê wateya koperatîfan nîqaş bi wan re bikin.
Civîn li van komînan hat lidarxistin, Koîna Kenco ya bajarokê Abra, komîna Girkê Xelo, Komîna Tokel, Komîna Ale Qews. Nîqaş di derbarê wateya koperatîfa bi welatiyan re hat nîqaş kirin piştî ku pirojeyên xwe pêşkêş kirin, ji wan pirojeya xwedîkirina pez, pirojeyek çandiniyê, pirojeya xwedîkirina mêşê hingiv, pirojeyek karegha dirûtinê û pirojeyek nangeh. Nîqaş di derbarê awayê despêkirina kar di pirojeyan de bi wan re kirin piştî ku avakirina wan were pejirandin.
Komîteya aborî li navçeya Girkê Legê û naveçyên din rêkxistinê bi yekîtiya koperatîfan re çêdikin ji bo ku civîna li navçe û bajarokan lidarxin, ji bo belavkirina wateya koperatîfa.
( Kînda Hemo/ R )
Navenda Ragihandina Aborî
2020-09-29
Comments are closed.