Meclisa aborî rêveberiya xwe ya nû radighîne li Hesekê

Meclisa aborî li kantona Hesekê li Cizîrê rêveberiya xwe ya nû ragihand û rêveberên hevbeş hatin hilbijartin,di riya civînekî de li saziya aborî,tevî  sazî û meclisên taxan û bajarokan ên girêdayî kantona Hesekê.

Avakirina meclisê li ser bingeha rêxistinekî federal hat avakirin,bi armanca ku di asta yekemîn de saziyekî demuqrat were meşandin,di riya wê de aboriyekî civakî serkeftî pêk were.

Civîn bi deqeyekî rêzgirtinê despêkir,bi rêveberiya kantona Hesekê Leyla Saroxan axivî  û da diyarkirin ku çawa kar bikin di meclisê de û formata kar bi sazî û meclisên din re yên girêdayî kantona Hesekê ava bikin.

Meclisê ragihand ser 3 rêveberiyên hevpar ji bo rêveberiya meclisa aborî li kantona Hesekê,ev jî ser esasê ku bajarê Hesekê bikin 3 beş;rojhilat,rojava û başûr,heta ku rêveberekî hevpar were hilbijartin û 9 endam ji bo rêveberiya meclisa aborî li kantona Hesekê.

RAGIHANDINA ABORÎ