Rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldarî têgihînek derxistin ser dayina semadê

Rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldarî têgihînek derxistin ser qebûlkirina dayina mada semdê bi deyin ya mûsimê çandiniyê 2018.

Di hindirê têgihînê de ev hat:

Ji bo alîkariyek ji çandina pembo re û li gorî zerfên madî yên cotkaran li kantona cizîrê û di nerîna giringiya çandina pembo de,rêveberiya giştî ya çandinî û serwaldarî ragihand ser qebûlkirina wan ji dayina semadê bi deyin ji bo mûsimê pembo 2018 ev jî li gorî van şertan:

-gereke cotkar teleba xwe biqedimîne di riya komîna ku çandiniya wî tê de ye ku ji meclisê mesaheta çandiniyê jê re were û fotrafekî kîmlikê.

-gereke cotkar sûnd bixwe li gel komîtê ku wê intacê xwe bide rêveberiya xweser.

-her donmek 30kg ji semde tê dayin.

-qiymeta semadê wekî qerd bê fêde tê dayin heta ku çandiniya wî bê firotinî rêveberiya xweser û fatore were istîlamkirin.

RAGIHANDINA ABORÎ